Hirçê li parkê 2 kes kuştin!
Hewlêr (Rûdaw) – Li Kanadayê, li Parka Banffê di encama êrişa hirçê de 2 kes kesan canê xwe ji dest da.
Bûyerê şeva înê li Parka Neteweyî ya Banffê ku li eyaleta Albertayê ya Kandayê ye rû da.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Parkan a Kanadayê ku ji parkên neteweyî berpisyar e, şeva îna borî li ser cîhaza GPSyê sînyala êrişê hatiye.
Ajansê destnîşan kir ku ji ber şert û mercên xerab ên avhewayê destûra rabûna balafiran nehatiye dayîn.
Piştî vê yekê, tîma midaxeleyê hewl daye xwe bi rêya bejahiyê bigihîne cihê sînyalê.
Tîm, roja din di demjimêrên serê sibehê de gihiştiye cihê bûyerê.
Tîma midaxeleyê, li parkê 2 kesên ku ji aliyê hirçê ve hatine kuştin dîtine ku hevjînên hev bûne.
Di heman demê de hat diyarkirin ku hirç ji ber tevgerên xwe yên êrişker li cihê bûyerê hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herêma êriş lê hatiye kirin û derdora wê ji serdanan re hatiye girtin.
Rayedaran da zanîn ku ev bûyer ne tiştekî asayî ye û dibe ku hirç birçî bûbe.
Li aliyê din, salê 4 milyon geştyar Parka Neteweyî ya Banffê ziyaret dikin.
Li vê parkê bi piranî hirçên boz û yên reş dijîn.