Banê dêrê bi ser xelkê de herifî: Herî kêm 9 mirî, 50 birîndar

02-10-2023
Nîşan Meksîka Dêr Herifîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meksîkasyê dema ayînê, banê dêrê bi ser xelkê de herifî.

Li gorî tesbîtên destpêkê, herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest da, 50 birîndar hene.

Polîsê Meksîkayê da zanîn ku li eyaleta Tamaulipasê, banê dêrê bi ser xelkê de kumişiye.

Li gorî daxuyaniya polîsê Meksîkayê, dema ayînê li dêrê derdora 100 kesî hebû.

Herwiha 3 ji wan 9 kesên ku canê xwe ji dest daye zarok in.

Ji bo 30 kesên ku di binê kavilên dêrê de mane werin xelaskirin xebat didomin.

Li aliyê din, hat ragihandin ku banê dêrê ji ber pirsgirêkên avahisaziyê herifiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst