Holanda dê 41 welatiyên xwe yên DAIŞî ji kampên HSDê vegerîne

02-10-2022
RÛDAW
Nîşan Holanda Kampa Holê Kampa Roj HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Holandayê niha bi rêya planekê dixwaze 41 welatiyên xwe yên DAIŞî ji kampên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Li gor medyaya Holandayê, Hikûmeta Holandayê bi rêya planekê dixwaze  41 welatiyên xwe ku ji 12 jin û 29 zarok ên DAIŞiyan ji kampên Holê û Rojê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê vegerîne lê heta niha dema cîbicîkirina vê planê nehatiye diyarkirin ku divê ji bo vê plane hevahengî bi Rêveberiya Xweser re hebe.

Di Sibata 2022an de, 5 jin û 11 zarokên Holandî yên DAIŞiyan ji kampên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê vegeriyabûn welatê xwe û yekser ji aliyê asayîşa wî welatî ve bi tohmeta terorê hatin girtin.

Li gor Hikûmeta Holandayê di salên “Xîlafeta DAIŞê” de nêzîkî 300 welatiyên wan çûbûn Sûriye û Iraqê, niha jin li gel zarokên xwe li kampên jinan ên HSDê dimînin û zilam jî di zindanan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst