Rûsya: Amerîka li rojhilatê Firatê dewletekê ava dike

02-10-2019
RÛDAW
Nîşan Sergey Lavrov Rûsya Amerîka Tirkiye Navçeya Aram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê, li hemberî egera operasyoneke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew alîgirên wê ne ev rewş di navbera Tirkiye û Sûriyê de bê gotûbêjkirin û got, “Amerîka li rojhilatê Firatê dewletekê ava dike û li gel Kurdan di nav lîstikeke metirsîdar de ye.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li bajarê Soçiyê beşdarî 16mîn civîna Klûba Nîqaşan a Navdewletî ya Valdayê, bû û derbarê rewşa Sûriyê û polîtîkaya welatê xwe de  gotarek pêşkêş kir.

Sergey Lavrov got ku li ser daxwaza hikûmeta wî welatî li Sûriyê ne û diyar kir, “Em li wir li dijî grûpên terorîst şer dikin. Me ev li Heleb û deverên din jî bi alîkarkirina hikûmetê kir. Bi wê yekê xelk vegeriya malên xwe.

Lavrov diyar jî kir ku ew dê hebûna xwe ya serbazî li Sûriyê berdewam bikin û ragihand, “Em dê hebûna xwe ya li Sûriyê bo dabînkirina aştî û asayîşê li wî welatî û herêmê bikar bînin.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî, Lavrov got ku Amerîka li Rojava, ‘faktora Kurd’ bikar tîne û diyar kir, “Amerîka li rojhilatê Firatê di nav lîstikeke gelek metirsîdar de ye. Armanca wan ew e wê herêmê ji Sûriyê îzole bike. Amerîka ji bo ku li rojhilatê Firatê nîv dewletekê pêk bîne, Kurdan bikar tîne.”

Herwiha Lavrov gotiye, “Amerîka ji bo ku pêgeha xwe ya li herêmê qayîm bike, Kurdan ber bi deverên Ereban ve dibe.  Dibe ku ev di navbera herdu aliyan de bibe sedema şerekî.”

Derbarê ‘Navçeya Aram’ de jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihandiye ku ew di fikarên Tirkiyê derbarê wê navçeyê de têdigihijin û gotiye ku Tirkiye dikar di çarçova Peymana Edenê de ku bi Sûriyê re îmze kiribû, tevbigere û got ku pêwîst e hemû tevger û xebatên Tirkiyê yên li Sûriyê di çarçova diyaloga li gel Şamê bin.

Sergey Lavrov derbarê eger û gefên Tirkiyê yên êrişkirina bo ser Rojavayê Kurdistanê got ku alîgirên wê yekê de Tirkiye li gel Sûriyê di nav peywendiyan de be û ragihand, “Em di wê baweriyê de ku herdu alî dê li hev bikin. Em dê di vê mijarê de her alîkariyekê bidin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê rewşa parêzgeha Idlibê de jî got ku bi saya hewldanên Rûsya, Îran û Tirkiyê ku sê welatên garantor in, niha proseya siyasî zêdetir derketiye pêş.

Herwiha Lavrov tekez jî kir ku ew rê nadin, Idlib bibe stargeheke grûpên ‘terorîst’ û got ku agirbesta li wê deverê birêve diçe, wan komên, ‘terorîst’ li xwe nagire.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku berî niha jî di çarçova civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY), li New Yorkê, gotibû ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê saziyên bo otonomiyê ava dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst