Sergey Lavrov bangî Kurdên Rojavayê kir!

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov bangî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Pişta xwe bi Amerîkayê qewîn mekin.”

Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijarên li rojevê ji medyaya Rûsyayê re axivî.

“Amerîkayê Kurd kişandin nav lîstikên xwe”

Sergey Lavrov diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê armanca Amerîkayê petrol û gaz in û wiha axivî:

“Amerîkayê şiya Kurdên Sûriyeyê bikişîne nav lîstikên xwe lê armanca wî welatî tenê petrol û gaz in, ne Kurd.

Hebûna Amerîkayê bandoreke rasterast li rewşa herêmê dike.

Amerîka wekî sedema sereke ya rewşa li rojhilatê Feratê û başurrojhilat tê dîtin.

Wan bi hinceta nehiştina DAIŞê dest daniye ser 55 kîlometre axa bajarokê Tenefê lê armanca wan destanîna ser wê herêmê bû.”

“Nabe Kurd pişta xwe bi Amerîkayê qewîn bikin”

Lavrov got ku Amerîkayê Kurd bi aliyê xwe de kişandine û li pey çû:

“Mixabin Amerîkayê karî Kurdan bikişîne nav lîstikên xwe yên li Sûriyeyê.

Amerîkayiyan niha dest daniye ser wan herêman ku Kurd ji xwe re wekî nîvdewletekê dibînin.

Nabe ku Kurd ew qasî naşî bin û bi wan were lîstin çimkî paşeroja wan dê tim di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de be.

Nabe pişta xwe bi Amerîkayê qewîn bikin ku dê wan rizgar bike. Berovajî vê yekê, divê bi Hikûmeta Sûriyeyê re berê xwe bidin diyalogê.

Divê wekî kemîneyeke niştimanî li ser wan mafan li hev bikin ku heqê wan in.”

“Amerîka tenê saman û serwetê kom dike”

Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê li ser cihên ku Amerîka li wan e jî wiha axivî:

“Li cihên ku Amerîka li wan bi cih bûye hem gelek samanên çandiniyê û hem jî gelek parzûngehên petrol û gazê hene.

Amerîka li wan deveran ne bi terorê re têkoşînê dike, tenê saman û serwetê kom dike.”

“Wan Kurd razî kirin”

Sergey Lavrov li ser diyaloga Kurdên Rojavayê û Rûsyayê jî ev agahî dan:

“Berê bi Kurdan re diyaloga me hebû lê Amerîkayê feşk lê xist.

Wan Kurd razî kirin ku têkoşîna bi Hikûmeta Sûriyeyê vebijêrka wan a herî baş e.”

Mînaka Efxanistanê

Wezîr Lavrov da zanîn ku ew çarenivîsa lîderên Efxanistanê bi bîra Kurdên Rojavayê Kurdistanê tînin û got:

“Bi Kurdan re pêwendiya me heye, em çarenivîsa lîderên Efxanistanê bi bîra wan tînin ku wan jî wê dema berê xwe neda diyaloga niştimanî û pişta xwe bi Amerîkayê qewîn kir.

Ji ber vê jî ez hêvî dikim ku şirikên me yên Kurd waneyekê ji vê dîrokê wergirin û berê xwe bidin diyaloga niştimanî.

Ev jî bi mana wan a di nav dewleta yekgirtî ya Sûriyeyê de pêkan e.”

Lavrov her wiha li ser vekişîna Tirkiyeyê ya ji Rojavayê Kurdistanê jî got, “Tirkiye amade ye li ser vekişîna ji Sûriyeyê biaxive.”