Brîtanyayê bang li Hewlêr û Bexdayê kir; Pirsgirêkên xwe yên enerjiyê çareser bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Darayî yê Brîtanya Nedîm Zehawî ragihand, ew Hewlêr û Bexdayê han didin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, çimku başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xweşguzeranî û istiqrarê bo tevahiya Iraqê bi xwe re tîne.

Nedîm Zehawî di daxuyaniyeke taybet de bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da û ragihand, “Tekez ez Serokwezîrê Herêma Kurdistanê han didim ku rijd be li ser pêngavên xwe ji bo bigihin encamekê ku bikarin bi hev re kar bikin daku tevahiya Iraqê aram, bi istiqrar û xweşguzeran be.”

Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî bi armanca civîna ligel hevtayê xwe yê Amerîkî û beşdariya di civîna wezîrên darayî yên G7 ji bo gotûbêjkirina mijarên girêdayî enerjiyê û çareseririna krîza enerjiyê ku bi sedema şerê Ukraynayê çêbûye, serdana Waşingtonê kir.

Nedîm Zehawî dê îro Înê bi wezîrên darayî yên grûpa G7 re bicive û di civînê de dê behsa awayê çareserkirina krîza enerjiyê bê kirin.

Nakokiyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li ser petrol û gazê zêdetir bûne, bi taybet piştî ku di Sibata îsal de Dadgeha Federal a Iraqê biryarek li dijî Herêma Kurdistanê derxist û ragihand, “qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê ne destûrî ye.”

Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê dibêje, “Ez Serokwezîrê Iraqê nas dikim û ew jî piştevanekî mezin e ji bo ku peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê serkeftî bin û bibin sedema xweşguzeraniyê bo tevahiya Iraqê.”

Têkildarî plana Bîranya ya şandina koçberan bo Rwandayê jî, wî wezîrê Brîtanyayê ji Rûdawê re got, “biryara şandina koçberan bo Rwandayê cihê xwe girtiye û em piştrast in di cîbicîkirina wê de.”

Daxuyaniya taybet a Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî bi Rûdawê re:

Rûdaw: We behsa wê yekê kir ku hûn ji bo derbaskirina krîza enerjiyê kar dikin û di civîna xwe ya ligel wezîrên darayî yên G7 de jî hûn ê li ser vê mijarê gotûbêjan bikin. Hûn jî dizanin ku Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîlên petrolê hinardeyî bazarên petrolê dike, niha Hikûmeta Iraqê dixwaze vê yekê rawestîne û dibêje yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî ye. Fişarê li kompanyayên petrolê, kompanyayên Amerîkî û kompanyayên din yên biyanî dikin ku dest ji veberhênanê berdin, hûn Hewlêr û Bexdayê teşwîq dikin yan jî bi wan re danûstandinan dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê?

Nedîm Zehawî: Em gelek hana wan didin, bi dîtina min gelek girîng e û Ez Serokwezîrê Iraqê nas dikim û ew jî piştevanekî mezin e ji bo ku peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê serkeftî bin û bibin sedema xweşguzeraniyê bo tevahiya Iraqê. Birastî ez serokwezîr teşwîq dikim ku van gavan bidomîne da ku bigihêjin wê yekê ku bi hev re kar bikin ji bo aramî û geşbûna tevaya Iraqê. Ez dizanim ku Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî teqezî li ser wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê bikare hîdrokarbonên xwe yên hêja bişîne welatên cîhanê, di heman demê de pêwîst e em hemû bi hev re kar bikin bo aramkirina sektora petrolê. Yek ji sedemên serdana min a li vir hevdîtina bi wezîr Ellen re ye. Û hin axaftinên ku we jî bihîstin li ser aramiya bihayê neftê bû, em naxwazin di sala 2023an û pê ve di sektora neftê de şokek çêbibe.

Rûdaw: Plana şandina penaberan bo Rwandayê gihîşte ku?

Nedîm Zehawî: Ew biryar hatiye cîbicîkirin û em ê piştrast bin ku bi awayekî serkeftî bê cîbicîkirin, hikûmet li ser wê biryarê tund e û em bi Hikûmeta Rwandayê re kar dikin. Rwanda cîhek e ku pêdiviya wê bi koçberan heye. Aboriya xwe bi serkeftî ava dike. Bi dîtina min ev biryareke rast e û welatên din ên Ewropî jî dixwazin bi Hikûmeta Rwandayê û welatên din re peymanên bi vî rengî bikin. Em welatê yekem bûn ku me bala xwe da ser vê lê dê di pêşerojê de yên din jî bikin.

Rûdaw: Gelo ev dê bibe alîkar di çareserkirina krîza koçberan de?

Nedîm Zehawî: Ez wisa difikirim ku ev dê modela karsaziya ku mafya û tawanbaran afirandine bişkîne ku mirovên bêguneh ên deverên cihê yên cîhanê îstismar dikin û jiyana wan bi van keştiyên biçûk dixin xetereyê. Bi rastî gelek xerab û pir dilgiran e ku meriv bi vî awayî jiyana ciwan û mirovên bêguneh ji dest bide. Ji ber vê yekê em dixwazin vê bazirganiyê bi dawî bikin. Ez dibêjim ku biryara Rwandayê ya rast e ji ber ku ew peyamek pir zelal dişîne ku heke hûn dixwazin werin Brîtanyayê bi awayekî qanûnî daxwaza hatinê bikin, em ê li serlêdana we binêrin lê heke hûn neqanûnî werin hûn ê rasterast ji Rwanda re werin şandin.