2yemîn Konferansa HRRK li Almanyayê hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – 2yemîn Konferansa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Almanyayê bajarê Wendeburg birêve çû.

 

Konferansa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi navê "Em hemû Efrînî ne" û bi amadebûna hejmarek ji rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê hat sazkirin.

 

Hevserokê Giştî yê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Ehmed Huseynî di dawiya sala 2016an de baregeha sereke ya Hevgirtinê ji Ewropayê veguheste Rojavayê Kurdistanê.

 

Ehmed Huseynî ji Rûdawê re diyar kir: “Di van kêliyan de ku ewqasî dîrokî, ewqasî hestiyar, ewqasî êşbar bikaribe bi rastî jî xwedî gotin û peyv û helwest û şexsiyet be, çimku ew kesayetî bizirbûyî ye, kesayetiyeke ku bikaribe mohra xwe li demê bixe, li siyasetê bixe, lê diwaroj û siberoja Kurdan bixe ew tine li ber dest, ew jî serencama lipevçûnê ye, serencama ku her yekî di çarçoveya wê nasnameyê de xwe winda kiriye û li xwe nagere û xwe nas nake, wek mejî, wek hest, wek bîrûboçûn, wek raman û wek hizir.”

 

Weke hemû neteweyên vê cîhanê di nav Kurdan de jî bi berdewamî behsa rola entelektueliyê di civakan de tê kirin, mêvaneke konferansê rexne li rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê digre û dibêje ku rewşenbîrên Rojava bi partiyan ve girêdayî ne.

 

Helbestvan Şadiya dibêje ku "li gor nêrîna min ji 2011an ve bi karê xwe ranebûne, gelek dûr ketin ji êş û janên gelê Rojava, ji ber ku bêhtir xwe bi karên berjewendiyên şexsî, bêhtir xwe dane aliyên partiyan, sînoreke partî kirine nav xwe".

 

Romannivîs Helîm Yûsiv ku 20 sal in li Almanyayê dijî, dixwaze saziya wan a di sala 2004an de bi înîsiyatîvekê li Ewropayê hatiye damezrandin, di herdu salên bê yên rêveberiya nû de du erkên sereke bixe nav ajendaya xwe.

 

Helîm Yûsiv ji Rûdawê re diyar kir: “Van salên pêşiya me, ji îro pêve, karê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li vê derê, bi taybetî li Almanyayê weke karê komeleyeke qanûnî bi awayekî rêkûpêk were bicihkirin. Xala din ku li pêşiya me ye, ku em dikaribin di çarçoveya Almanyayê de bêhtir çalakiyên çandî, rewşenbîrî, wêjeyî di van herdu salên pêşiya me de em gelek zêde bikin û pêşve bibin.”