Ciwanê Kurd ê ku 3 sal in li Viyenayê yekem e: Ez amade me ku tiştekî ji welatê xwe re bikim

02-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Silêman Ehmed Elî
Silêman Ehmed Elî
Nîşan Kurd Xwendekarê Yekem Viyena
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku sê sal in li Viyenayê di xwendinê de dibe yekem got, “Dema ku ji me bê xwestin em hazir in ku tiştekî ji welatê xwe re bikin.”

Silêman Ehmed Elî ciwanekî Kurd ê ji bajarokê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye.

Wî Salekê li Zanîngeha Şamê ya paytexta Sûriyeyê beşa matematîkê xwend û piştre, sala 2015an ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê çû Awisturyayê.

Xewna wî ew bû ku bibe endazyarekî avahîsaziyê, lewma wî li Viyenaya paytexta Awisturyayê xwendina xwe berdewam kir.

Silêman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa xwe kir û got:

“Mecal di endazyariya avahîsaziyê de ye, di teknîk û warên din de jî. Di çûnûhatinên nava bajêr de min li derdorê dinêrî, kesên ku tê de dixebitîn heta bêje bi cil û bergên xwe bala min dikişand. Lewma min xwest vî karî bikim.”

Silêman ji bo debara jiyana xwe neçar bû di odeyeke biçûk de bi 6 kesan re bijî û 3 salan li xwaringehekê bixebite.

“Ez salên 2021-2022 û 2023an di zanîngehê de bûm yekem”

Piştre vegeriya xwendinê û li kompanyaya duyemîn a mezin a Awisturyayê di warê avahîsaziyê de bû xwendekar û 3 salan li pey hev bi pileya yekem derçû.

Silêman Ehmed Elî li ser xwendin û jiyana xwe got, “Ev 3 sal in ez di vê beşê de me. Ez salên 2021-2022 û 2023 di zanîngehê de bûm yekem.”

Silêman hêvî dike ku karibe bi kar û şarezayiya xwe xizmeta civak û welatê xwe Kurdistanê bike.

“Dema ku ji me bê xwestin em hazir in ku tiştekî ji welatê xwe re bikin”

Silêman Ehmed Elî anî ziman, “Dema ku li welatê me di vê beşê de tiştek ji me bê xwestin em hazir in ku tiştekî ji welatê xwe re bikin, avahiyekê li welatê lê bikin. Çawa ku em li vir dikin, em dikarin li welatê xwe jî bikin û zêdetir jî bikin.”

Silêman Ehmed Elî sala 1997an ji dayik bûye, niha li Viyenaya paytexta Awisturyayê dijî û di çalakiyên xwe yên zanistî de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst