'Fînlanda di nava hevpeymaniya dijminan de cih digire'

02-08-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Finland Rûsya Konsulxane Saint Petersburg
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Andrey Baklanov got, "Niha Fînlanda jî, di nava vê hevpeymaniya dijminan de cih digire. Divê ji hemû encamên wê yên negatîv re jî amade be."

Konsulxaneya Giştî ya Fînlandayê ya Saint Petersburgê ji 1ê Tebaxê û pê ve ji bo serlêdanên vîzeyê hat girtin.

Rûsyayê biryara girtina Konsulxaneya Giştî ya Fînlandayê û dersînorkirina 9 dîplomatên wî welatî, di destpêka meha tîrmehê de ragihandibû û diyar kiribû ku ev pêngav bersivek e ji bo “helwestên dijminane” yên rayedarên Fînlandayê.

"Fînlanda di nava hevpeymaniya dijminan de cih digire"

Balyozê Mezin û Cîgirê Serokê Yekîtiya Dîplomatên Malnîşîn ên Rûsyayê Andrey Baklanov got:

“Bi vê pêngavê em dixwazin nîşan bidin ku em ji siyaseta Fînlandayê dilgiran in û jê nerazî ne. Bi nêrîna min, zû yan dereng bandoreke negatîv a vê yekê dê li ser Fînlandayê hebe. Dixwazim bi bîr bînim ku Rûsya dewleteke nukleerî ye û çekên me yê nukleerî ne tenê ji bo rêûresman in.

Heger pêwîst be, dê ev çek li hemberî êrîşkarên potansiyal bêne bikaranîn. Di nava wan êrîşkarên potansiyel de berê NATO tê. Niha Fînlanda jî, di nava vê hevpeymaniya dijminan de cih digire. Divê ji hemû encamên wê yên negatîv re jî amade be.”

Bi daxistina asta dîplomasiyê bi Fînlandiyê re, hejmara welatên ku Rûsyayê ew wekî "nedost" ragihandine, gihişte 48an.

Di meha hezîranê de, Helsînkiyê 9 dîplomatên Rûsyayê bi hinceta çalakiyên li dijî Peymana Viyanayê dersînor kiribûn.

Rûsya jî dersînorkirina dîplomatên Fînlandayê wek berteka li hemberî biryara Helsînkiyê bi nav dike.

"Nabe ku welatek were cezakirin"

Semager Mariya Kudakova jî got:

“Fînlanda welatekî pir xweş e û min her tim dixwest serdana wî welatî bikim. Jixwe ez pir ji geşt û gerê hez dikim. Pir mixabin, konsulxaneya wan hat girtin.

Bi nêrîna min nabe ku welatek were cezakirin. Karûbarên navxweyî yên her welatî hene. Mafê me nîne ku em wan ceza bikin, an jî bidin darizandin.”

Şîrînîfiroş Aleksandr Bobrov jî got, “Welatê me jixwe ji her aliyî ve hatiye sînordarkirin. Fînlanda, her çi be jî welatekî xwedîçand e û bi nêrîna min, divê mirov serdanê bike, qet nebe di jiyanê de carekê.”

Hat zanîn ku ji destpêka sala 2022an ve, welatên Rojavayî zêdetirî 660 dîplomatên Rûsyayê dersînor kirine.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî, ji destpêka sala 2022an vir ve, wek bersiv 337 dîplomatên biyanî dersînor kirine.

Herwiha, wisa xuya dike ku dê şerê dîplomasiyê di navbera Rûsya û welatên Rojavayî de berdewam bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst