Çîn bo Taywan û Amerîkayê: Bi agir dilîzîn

02-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Taywan Çîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi guh neda gefên Çînê û balafira wê li balafirxaneya bajarê Taypî yê paytexta Taywanê rûnişt. Wezareta Derve ya Çînê ew serdan wek “gefekê bo ser ewlehiya navdewletî” bi nav kir û got, Taywan û Amerîka “bi agir dilîzîn.”

Çîn di wê bawerê de ye ev serdana Pelosi tê wateya îtîrafpêkirina serbixweyî ya Taywanê, di demekê de ku Pekîn wê giravê weke beşek ji axa xwe dibîne.

Berdevka Wezerata Derve ya Çînê Hua Chunying got "Eger aliyê Amerîkî  bi ser hişkî li ser rêya xelet berdewam be, wê demê pêwîst e li beramber her karvedaneke cidî  berpirsyar be.”

Hevdem Wezareta Berevaniya Çînê ragihand, Artêşa welatê xwe xistiye amadebaşiyê û di demekî nêzîk de hejmareke “operasyonên serbazî yên armanc ji wan re hatiye danîn” pêktîne. Wezareta Berevaniya Taywanê jî ragihand, ku ew ji bo bersivdana her gefeke Çînê hêzê  belav dikin.

Koşka Spî jî got, ku wan her cor  tedbîrek ji bo parastina Nansî Pîlosî  li Taywanê wergirtine.

26 senatorên Komarî jî li Kongrêsê, piştevaniya xwe bo serdana Pîlosî ragihandin.

Senatorê Komarî di Kongresa Amerîkayê de Dan Sullivan dibêje "Cara dawî em naxwazin Partiya Komînîst a Çînê bo serkirdeyên bilind ên Amerîkayê diyar bike   ku dikarin serdana ku  derê bikin û  serdana ku derê nekin.”

Rûsya ku ji ber cezayên Rojava zêdetir nêzîkî Çînê bûye, ligel Pekînê xwedî yek helwêst e û serdana Pîlosî bo Taywanê, wek pêngaveke “bêzarker” a xistina guvaşê bo ser Çînê bi nav dike.

Îdareya Biden bi awayekî eşkere daxwaz ji Pîlosî nekiribû serdana xwe hilweşîne, lê berdewam ragihandiye ew pabendin bi wê siyaseta wan heye ku miamelekirina ligel Çîn û Taywanê weke yek welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst