Çeteyên madeyên hişbir bi nav hev ketin: 19 kuştî

02-07-2024
Nîşan Meksîka Madeyên Hişbir Çete Pevçûn Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başûrê Meksîkayê di şer û pevçûnên çeteyên madeyên hişbir de 19 kes hatin kuştin.

Li gorî medyaya Meksîkayê, du komên çete li bajarokê La Concordiayê yê bajarê Guatemalayê yê eyaleta Chiapasê bi çekên giran şer kir.

Di vî şerî de 19 kes hatin kuştin ku 4 ji wan Guatemalayê bûn.

Sekreteriya Eyaletê got, “Tê texmînkirin ku şer û pevçûnan ji ber rêyên veguhastina madeyên hişbir rû daye.”

Piştî şer û pevçûnan gelek polîs çûn cihê bûyerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst