4 heciyên ji Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kirin

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Hec Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar heciyên Rojhilatê Kurdistanê piştî ku li Mekkeyê merasîma Hec bi dawî kirin koça dawî kirin.

Rêveberê Giştî yê Hec ê Sineyê Kawe Şêrzadî îro Yekşemê ragihand, heciyê sêyem ji parêzgeha Sineyê Ebdullah Weysî yê 71 salî ku ji ber celteya dil li Mekkeyê koça dawî kir.

Rêvebera Giştî yê Hec ê Kirmaşanê Seîde Kerîmî Xû jî ragihand ku roja Şemiyê heciyê ji parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Mihemed Law Ebdullahî li bajarê Mekkeyê koça dawî kir. Heciyê 94 salî li Mekkeyê hat veşartin.

Şeva borî jî heciyekî din ê ji Merîwanê yê bi navê Salih Baqedem koça dawî kir. Beriya niha heciyê ji Baneyê yê bi navê Mistefa Mehmûdzade ku heciyê herî mezin ê Kurdistanê û Îranê bû di 111 saliya xwe de koça dawî kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst