Galeriya wêneyan

02-07-2022
18 Photos

Îro Şemiyê Rûsyayê bi 2 mûşekan êrîşî navçeya Sergeevka ya herêma Odessa ya Ukraynayê kir. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên niştecih û navendeke betlaneyê berdewam dikin.

Di encama êrîşa mûşekî yên Hêzên Rûsyayê ya saet derdora 02:00an de, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewl didin ku şopên wêraniyê ji holê rakin.

Cîgirê Serokê Şaxa Odessa ya Rêveberiya Xizmetguzariya Lezgîn a Ukraynayê Igor Budalenk ku xebatên berhevkirina bermayiyan bi rê ve dibe, diyar kir ku yek ji wan mûşekan li maleke 9 qatî û ya din jî li tesîseke betlaneyê ya 300 metre dûrî wê malê ketiye û got, “21 kuştî hene. 16 ji wan li mala 9 qatî û 5 jî di tesîsa betlaneyê de mirin. Ji 5 kesan yek jê zarokekê 12 salî ye.”