Çîroka ciwanekî Kurd ê serketî li Almanyayê

02-06-2024
RÛDAW
Xelat Kerîm dixwaze bibe endamtiya encûmena parêzgeheke Almanyayê / Wêne: Rûdaw
Xelat Kerîm dixwaze bibe endamtiya encûmena parêzgeheke Almanyayê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Xelat Kerîm Şêrwanî Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd ê bi navê Xelat Kerîm Şêrwanî yê xelkê Hewlêrê niha li bajarekî Almanyayê hewl dide bibe endamê encûmena parêzgehê.

Almanya hewl koça yasayî dide û dixwaze destê kar vekişîne nav xwe.

Hevdem hemû tedbîran ji bo pêşîgirtina li koça neyasayî jî werdigire.

Loma jî biryar daye ku ji bilî Awisturya, bi Komara Çek, Polonya û Swîsreyê re jî operasyonên kontrolkirina sînor ji bo pêşîgirtina li koça neyasayî heta dawiya îsal dirêj bike.

“Bi awayekî qanûnî çûye Almanyayê”

Yek ji kesên ku bi awayekî qanûnî çûye Almanyayê û li vir bi xwendin û bandora xwe di demeke kin de bûye kesekî serketî Xelat Kerîm e.

Xelat niha rêveberê beşa şêwirmendiya derûnî û civakî li Bundehaus Diakoniayê ye.

Biryar e jî îsal beşdarî hilbijartinên herêma ku lê dijî bibe, ji bo ku bibe endamê encûmena parêzgehê.

Xelat Kerîm Şêrwanî xelkê bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ye û niha li bajarê Toppingenê li Herêma Badun-Buttingbergê ya Almanyayê dijî.

Piştî qedandina Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Selahedînê, li Saziya Riwangeyê dixebite û paşê bi rêya projeya şiyansaziya dadî ya Almanyayê ji bo xwendina masterê diçe Almanyayê û niha bûye welatiyê Almanyayê.

Bûye namzedê encûmena parêgehê

Xelat Kerîm niha xwe ji bo encûmena parêzgehê kiriye namzed û encûmena bajarê Toppingenê li ser lîsteya Toppingenê ye.

Lîsteya wan ji çend pisporên cihê pêk tê ji bilî Almanên resen çend kesên biyanî yên nişteciyên Almanyayê ji netewe û nijadên cihêreng.

Xelat Kerîm bû mêvanê Diyasporayê û ragihand ku girîng e Kurdên herêmê beşdarî dengdanê bibin û ji wan xwest ku dengê xwe bidin wî.

Xelat Kerîm got:

"Ez dixwazim bibim zimanhalê Kurdên deverê û di demekê de nêzîkî ji sedî 30yê xelkê parêzgeha Toppengenê ku ji 15 bajar û bajarokan pêk tê, Kurd in.

Ez dixwazim herim nav siyaseta Almanyayê çimkî siyaset proje û pêşketin e û ji bo pêşketinê girîng e.

Lewma min biryar da ku ez jî tev li vê proseyê bibim û beşdar bibim.

Bi vî awayî hevkariya Kurdên herêmê bikim û piştevaniya koçberan bikim, çawa ku me di saziya xwe de pişgiriya wan kiriye."

Xelat Kerîm diyar kir ku diyasporaya Kurdî li bajarê Toppengenê di siyasetê de ne çalak e, yên ku bi rêxistinan re dixebitin kêm in lê di karê serbixwe de pir karker û çalak in.

Xelat Kerîm ji ber vê yekê ew dixwaze bi gihîştina Encumena Bajarê Toppengenê, Kurdên din ên parêzgehê han bide ku ew jî di paşerojê de bibin endamên encumenê.

Xelat Kerîm ji bo Şaredariya Toppengenê hejmara 39an û ji bo meclîsa wîlayetê jî hejmara 13an e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst