Çîroka malbateke Kurd a ji bo jiyaneke baştir koçî Almanyayê kiriye
Hewlêr (Rûdaw) – Di beşên hefteyên borî yên barnameya Diyasporayê ya Rûdawê de gelek zanyarî li ser awayê wergirtina vîze û mafê rûniştinê bi rêya qanûnî li Almanyayê hatin weşandin.
Vê carê em dê çîroka balkêş a koçberekî Kurd vebêjin ku li gel malbata xwe destûra rûniştinê ya 5 salan li Portekîzê wergirtibû lê biryar dabû ku koçî Almanyayê bike.
Bi hêviya jiyaneke ji ya ku li Portekîzê xweştir bijî, berê dabû Almanyayê lê li wî welatî tiştekî din dibîne.
Malbateke Kurd ku sala 2015an ji Kurdistanê bar kir û bi mebesta hebûna jiyaneke çêtir berî xwe da Ewropayê.
Malbat pêşî 8 salan li Tirkiyeyê ma û li wir dosyeya xwe pêşkêşî Neteweyê Yekbûyî kir lê bersiva wan nehat dayîn.
Bi qaçaxî xwe gihand Portekîzê
Malbat paşê bi qaçaxî xwe digihînin Portekîzê li wê derê mafê rûniştinê werdigire.
Ew malbat piştî 5 salan, ji ber dijwariya jiyanê ji Portekîzê derdike û berê xwe dide Almanyayê.
Malbat dema ku xwe digihîne Almanyayê yekser li kampekê tê bicihkirin.
“Wekî mirovan tevgerê bi koçberan re nakin”
Koçberê Kurd ê ku nexwestiye nav û rûyê xwe eşkere bike got:
"Nabe mafê me yê mana li welatekî din ên Ewropayê hebe û li Almanyayê jî me têxin kampekê ku gelek bengiyên madeyên hişber lê hene nexasim zarokên me bi me re ne ku law û qîzeke 15 salî û 19 salî ne.
Li vir wekî mirovan tevgerê bi koçberan re nakin."
Koçberê Kurd got:
"Li vir wekî mirovan bi koçberan re tevnagerin û tenê daxwaza min ew e ku mîna mirovan bi me re tevbigerin û bihêlin ez kar bikim."
Wekî bi xwe dibêje zimanê Tirkî dizane û çimkî revenda Tirkî li Almanyayê pir e û dikare bi hêsanî kar peyda bike.
Rûdawê çîroja wî veguhest
Herwisa got ku wî têkilî bi hin kanalên Kurdî yên din re daniye qene çîroka wî koçberî bigihînin lê kes li hawara wî neçûye.
Wî dema têkilî bi Rûdawê re danî, roja paştir Rûdawê peyam û kêşeya wî weşand.