Wezareta Derve ya Swîsreyê ji Rûdawê re: Ji bo parastina Balyozxaneya Iraqê em tedbîrên ewlehiyê dinirxînin

02-06-2023
Bijar Başqalî
Nîşan Swîsre Iraq PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Swîsreyê li ser aloziyên ku roja Înê li Balyozxaneya Iraqê ya Bernê derketin ji Rûdawê re ragihand ku ew “bûyera cidî ya ewlehiyê şermezar dikin” û dê li ser “pêdaçûnan” tedbîrên ewlehiyê yên li Balyozxaneya Iraqê dike.

Wezareta Derve ya Iraqê jî roja Înê ragihandibû ku Balyozxaneya Iraqê ya li Swîsreyê ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşa çekdarî hatiye û daxwaz ji Hikûmeta Swîsreyê kir ku berpirs û sedema êrîşê eşkere bike. Di heman rojê de medyayên nêzîkî PKK ev bûyer weke “Xwepêşandana sivîl a çalakvanên Kurd li dijî dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve” binav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Swîsreyê Andreas Heller di bersiva emaileke Rûdawê de piştrast kir, “Roja Înê 26ê Gulanê Wezareta Derve ya Iraqê ji êrîşa li dijî Balyozxaneya Iraqê ya li Bernê hat agahdarkirin. Bi mudaxeleya bilez û bi bandor a polîsan re aramî bi lez û bez vegeriya.”

Andreas Heller anî ziman, “Weke welatê mazûvan, Swîsre pabend e ku hemî tedbîrên guncav bigire da ku nûnertiyên biyanî ji her destwerdanek an zirarê biparêze û bûyera ewlehiyê ya giran a Îniya borî şermezar dike.”

Berdevk her wiha got, “Polîsa Federal a Swîsreyê bi hevkariya kantonan ji parastina nûnertiyên biyanî berpirsiyar e. Polîsê Federal bi berdewamî pêşveçûnên ewlehiyê dişopîne û analîz dike. Di nirxandina rewşa ewlehiyê de bûyera balyozxaneyê li berçavan hat girtin. Di encamê de bi hevkariya polîsên Kantona Bernê, tedbîrên ewlehiyê yên heyî dê ji ber çavan bên derbaskirin û eger pêwîst bike dê bên guhertin.”

Wezareta Derve ya Iraqê di 26ê Gulanê de spasiya dezgehên Swîsreyî kir ku “Demildest hatine ser xetê, rewş kontrol kirine û ji bo dezgehên dîplomatîk ên Iraqî û derdora wê re ewlehî û aramiyê vegerandine.”

Dorpêça Mexmûrê û “Berxwedana” Bernê

Hefteyek beriya serdegirtina Balyozxaneya Iraqê ya li Bernê, artêşa Iraqê hewl da Kampa Mexmûrê dorpêç bike. Kampa Mexmûrê zêdetirî 12 hezar penaberên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ku ji salên 1990î ve koçber bûne, dihewîne.

“Çalakvanên” ku medyaya nêzîkî PKK behs dike piştî “xwepêşandanê” li dijî Balyozxaneya Iraqê ragihandibûn, “Dorpêça Mexmûrê tê wateya dorpêçkirina me hemûyan. Berxwedan jiyan e. Serkeftin a me ye. Rojava û Şingal bi ser ketin, Mexmûr jî dê bi ser bikeve.”

Kampa Mexmûrê di demên borî de gelek caran ji aliyê dron û firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin. Enqere gelek caran daxwaz ji Bexdayê kiriye ku li hember PKKê tedbîrên ewlehiyê bigire.

Sala borî Şêwirmendekî Asayişa Nîştimanî ya Iraqê Seîd Ceyaşî ji Rûdawê re gotibû, Bexda xwe amade dike ku Kampa Mexmûrê bi temamî kontrol bike ku bi gotina wî piştî êrîşa DAIŞê bo ser wê deverê, Kampa Mexmûrê ji bin kontrola Hikûmeta Iraqê derketiye.

Seîd Ceyaşî gotibû, “Ez dibêjim Kampa Mexmûrê ku malbatên Kurd ên PKKê lê dijîn, pirsgirêkek e ku ji me re maye. Iraqa nû an a piştî sala 2003an gelek pirsgirêk jê re mane ku vedigere berî sala 2003an.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst