Amerîkayê rexne li PKKê û Heşdî Şeibî girt

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya derbarê azadiya olî ya sala 2021an belav kir ku di beşekê de behsa Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporê de rexne li helwesta ‘xirab’ a PKKê û Heşdî Şeibî li Şingalê girt.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku sînordarkirinên li ser azadiya olî li derveyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in û got “Komên olî yên kêmîne yên wek Xiristiyan û Êzidî, amaje bi wê yekê kirine ku hebûna komên çekdar ên nêzîkî PKK û çekdarên Heşdî Şeibî jiyana welatiyan xistiye metirsiyê."

Di rapora de hatiye destnîşankirin ku Destûra Iraqê Îslam wek dînê fermî qebûl dike û amaje pê dike, nabe ti qanûneke ku derkeve berovajî prensîbên Îslamê be. Destûr her wiha behsa azadiya ol û pêkanîna wê ji bo hemû kesan dike, di nav wan de Misilman, Mesîhî, Êzidî û Sabiî hene lê bi eşkere behsa peyrewên olên din û nebawermendan nake.

Di raporê de hat gotin, "Sînordarkirinên li ser azadiya olî li derveyî herêmên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam in. Li gorî kesayetiyên olî û nûnerên rêxistinên sivîl, hêzên ewlekariya Iraqî, tundî û tirsandin li dijî endamên komên kêmîneyan hatine kirin."

Amerîka salane li ser azadiya olî ya li seranserî cîhanê raporekê belav dike.