Şerê Ukraynayê, Malezya neçar kiriye hinardekirina mirîşkan rawestîne

02-06-2022
RÛDAW
Jineke Malezyayî li bazareke Kuala Lumpurê mirîşkê dikire.
Jineke Malezyayî li bazareke Kuala Lumpurê mirîşkê dikire.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rawestandina hinardekirina mirîşkên Malezî, Singapur rûbirûyê krîzê kiriye bi awayekê ku hejmarek niştecihên wî welatî di rêzê de rawestiyane ji bo kirîna daneke xwarinê ku ji goştê mirîşkê û birinc pêk hatiye.

Mirîşka nav sênîka ku di dîmenan de xuya dibe, wek firoşkarê wê dibêje, ji Malezyayê hatiye hawirdekirin. Dibe ku ew sênîka dawî ya mirîşka Malezî be ku Jeffrey Yam (Cêfrî Yam) li Singapurê bikire.

Jeffrey Yam, niştecihê Singapurê dibêje, “Mijar cîhanî ye. Mixabin Malezyayê biryar daye hinardekirina mirîşkan bo derveyî welat raweste, ev bandoreke zêde li me yên Singapurê dike.”

Her meh Malezya nêzîka 4 milyon mirîşk hinardeyî derve dike;

Zêdeyî milyonek û 300 hezar diçe bazarên Singapurê;

Malezya pêşbînî dike, di siberojeke nêzîk de krîza xorakê li cîhanê çêbibe, lewra hinardekirina mirîşkan qedexe kiriye.

Sumit Agarwal, Pisporê Aborî li Singapurê dibêje, “Xuya ye ku biryara hikûmeta Malezyayê pişta xwe bi nirxandina rewşa siyasî û bandora şerê Ukraynayê li ser bazarên cîhanê girê daye, ew pêşbînî dikin krîz çêbibe, lewra dixwazin pêşwext rê li ber kêmbûna mirîşkan li bazarên navxwe yên Malezyayê bigrin.”

Berî destpêkirina şerê Ukraynayê, bihayê yek kîlo goştê mirîşkê li bazarên Kuala Lumpur a paytexta Malezyayê kêmî 2 dolaran bû, niha nêzîkê 4 dolaran bûye. Bazara hêkan û berhemên şîr jî bi kêmanî bi rêjeya %2 girantir bûne.

Emma Hafez nişteciha Malezyayê derbarê zêdebûna bihayê goştê mirîşkê dibêje, “Bi baweriya min ev biryar heta çend mehên din berdewam dibe, şerê Ukraynayê bazarên cîhanê necîgir kirine, bihayê xorakê giran bûye û em nizanin ber bi ku ve diçin.”

Şerê Ukraynayê çandiniya navçeyê sist kiriye û benderên Ukraynayê girtine; bihayê sotemeniyê bilind bûye û baweriya veberhêneran bi siberoja bazaran kêm kiriye. Van hemû tiştan, nirxandina Neteweyên Yekbûyî derbarê dabînkirina xoraka cîhanî de reşbîn kiriye. Herwiha pêşbînî dike çêbûna karesata xorakê bi taybetî li Efrîqa û navçeyên din ên hejar ên cîhanê, tenê bi demê ve girêdayî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst