Kuweyt bû endamê Encumena Asayişa Navdewletî

Navenda Nûçeyan - Dewleta Kuweytê bû endamê Encumena Asayişa Navdewletî û dê ji destpêka sala bihê bi awayekî fermî dest bi endamtiya encumenê bike.

 

Di civîna Komeleya Giştî ya Netweyên Yekgirtî de, deng li ser kakndîdbûna welatê Kuweytê bo endamtiya Encumena Aayişa Navdewletî ku saziyeke giring a ser bi NY ve ye, hat dayin û di encamê de Kuweyt bû endamê demkî yê wê encumenê.

 

Welatê Kuweytê ji bo endambûna di Encumena Asayişa Navdewletî de 188 deng ji koma 192 dengan bi dest xist.


Ji destpêka sala 2018 an dê Kuweyt bi awayekî fermî wek endamekî demkî beşdariyê di civnînên Encumena Asayişa Navdeweltî de bike, û li gor sîstema Netweyên Yekgirtî, endamtiya demkî 2 salan dom dike.