Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Serxwebûna Kurdistanê bandorê li nirxê petrolê nake
Saint Petersbûrg (Rûdaw) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Lûeybî ragihand, serxwebûna Kurdistanê livîneke siyasî ye, di asta cîhanê de bandoreke diyar li nirxê petrolê nake.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Elî Lûeybî, di panelekî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Saint Petersbûrgê de ragihand: “Ti pêwendiya serxwebûna Kurdistanê bi nirxê petrolê ve nîne. Ev yek livîneke siyasî ye. Bi nêrîna min bandore li nirxê petrolê nake.”
Cebar Elî Lûeybî pêşbînî kir, ku di sala 2018ê de nirxê petrolê giran bibe û krîza daketina nirxê petrolê jî bidawî bibe.
Lûeybî got: “Di çarçoveya OPEKê de rêkeftin hatiye kirin, ku eger nirxê petrolê zêdetir dakeve, bi lezgînî pêşiya vê rewşê were girtin.”
Di dema derbasbûyî de welatên Endamê OPEKê liser mijara bisînordarkirina asta hinardekirina petrolê lihevkirin.
Wezîrê Petrola Iraqê eşkere kir, ku beriya niha wan ev pêşniyar ji welatên endam re kiribû. Lewma jî ji bo aramiya bazara petrolê Iraq jî dê biryara OPEKê cîbicî bike.