Neteweyên Yekbûyî dest bi gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûdanê dike

02-05-2023
RÛDAW
Neteweyên Yekbûyî dest bi gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûdanê dike
Neteweyên Yekbûyî dest bi gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûdanê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Neteweyên Yekbûyî rewşa Sûdanê wek karesatê bi nav dike û li wir dest bi gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Sûdanê dike.

Bi dehan kes li Bendera Sûdanê mane asê, li bendê ne welatek bi hawara wan ve biçe û wan veguhêze cihekî silamet.

Welatiyekî Sûrî dibêje: “Ev deh sal in em li vê derê ne. Ji wê demê ve me rewşeke bi vî awayî ne dîtiye. Ev çar roj in xelkê gelek derd û êş dîtine. Em daxwazê ji birayên xwe dikin me ji vê belayê rizgar bikin.”

Heta niha 73 hezar kes ji Sûdanê bo welatên cîran hatine veguhestin, bi hezarên din jî li Bendera Sûdanê li benda veguhestinê ne.

Neteweyên Yekbûyî vê rewşa Sûdanê wek karesatê bi nav dike, bi taybetî piştî şer û pevçûnan rêxistinên mirovî neçar man gihandina alîkariyên mirovî rawestînin.

Berdevê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stivan Dujarick dibêje: “Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî bi hevahengiya ligel hikûmet û hevbeşan amadekarî bo derbiderbûna 800 hezar kesan kiriye, dibe ku berê xwe bidin welatên cîran ên Sûdanê. Bêyî çareseriyeke bilez bo vê krîzê, em dibînin xelkekî zêde derbider dibin û li silametî û alîkariyên mirovî digerin."

Neteweyên Yekbûyî hêdî hêdî dest bi gihandina alîkariyên mirovî bo Sûdanê kiriye, ku tê de 16 milyon kes li ser alîkariyên mirovî dijîn, ku dibe 1 li ser 3êyan ji hejmara xelkê wî welatî.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji sedî 23ê nexweşxaneyên Xertûmê nîvco û ji sedî 16 bi temamî kar dikin.

Şerê Sûdanê derbasî hefteya sêyem bû. Li gor amarên Wezareta Tendirustî ya Sûdanê,  bi kêmanî 528 kesan canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 599 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst