Zelensky: Me zêdeyî 100 kesan ji Azovstal a Mariupolê veguhestin

02-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê dibêje, zêdeyî 100 kesên sivîl ji navçeya pîşesazî ya Azovstalê veguhestine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky roja Duşembê 2ê Gulana 2022ê di gotareke vîdeoyî de got: “Bo cara yekem ji wê roja şer destpê kiriye, xelk bê pirsgirêk bi rêya korîdorên taybet ên veguhestina xelkê sivîl hatine veguhestin.”

Zelensky ragihand ku ew kesên hatine veguhestin îro Duşemê bo bajarê Zaporizhzhia yê başûrê Ukraynayê tên birin ku 230 kîlometre dûrî Mariupolê ye.” Serokê Ukraynayê herwiha got: “Hewlên me bo veguhestina xelkê sivîl zêdetir ji Mariupolê berdewam dibin û em hêvî dikin korîdorên mirovî vekirî bimînin.”

Serokê Ukraynayê wiha axivî: “Îro, bo cara yekm ji wê demê ve ku şer destpê kiriye, vê korîdora kesk a girîng dest bi kar kir. Du rojan agirbest hebû bo navçeya Azovstalê û zêdeyî 100 kesên sivîl hatine veguhestin ku jin û zarok in û ji kargeha Azovstalê ji ber şer reviyane. Ligel wan hemû tevlîheviyên ku hene, yekem karwanê hatiye veguhestin roja Duşembê digihin Zaporizhzhia. Tîmên me li wê derê pêşwaziyê li wan dikin. Îro artêşa Rûsyayê li ser êrîşên xwe bo ser axa me berdewam bû û ew der wek armanc hilbijartiye, îspat ew e ku bo Rûsyayê, şerê dijî Ukraynayê şerê cudakarinê ye. Serbazên Rûsyayê depoyên kiştûkalî, depoyên zad û gubre dikin armanc. Hê jî li ser topbarankirina navçeyên sivîl ên Kharkiv û Donbasê berdewam in. Herwiha hêzên Rûsyayê êrîşên xwe bo ser Herêma Dnipropetrovskê zêde kirine.”

Wiha tê texmînkirin ku nêzîka 100 hezar kesan li nav bajarê Mariupolê yê dorpêçkirî mabin. Li gor berpirsên Ukraynayê, ji wan jî hezar kesên sivîl ligel 2 hezar serbazên Ukraynî li navçeya pîşesazî Azovstalê hatine dorpêçkirin ku pêgeha dawî ye di destê artêşa Ukraynayê de mabe û heta niha xwe radestî artêşa Rûsyayê nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst