Koreya Bakur: Siyaseta Biden dijminkarane ye

02-05-2021
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Joe Biden Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Koreya Bakur helwesta Biden a li hember wî welatî wek “dijminkarane” binav dike û gefa bersivdayînê dixwe.

Wezareta Derve ya Koreya Bakur derbarê peywendiyên li gel Amerîkayê û helwesta wî rêveberiya Amerîkayê ya di bin serokatiya Joe Biden de daxuyaniyek belav kir.

Li gor Wezareta Derve ya Koreya Bakur, daxuyaniyên vê dawiyê yê Serokê Amerîkayê Joe Biden û berpirsên rêveberiya wî, didin xuyakirin ku ew ê li ser “siyaseta xwe ya dijminkar li hember Koreya Bakur” berdewam bin û ev yek jî dihêle ku ew bersiveke bi heman awayî bidin.

Ev daxuyanî di medyaya fermî ya Koreya Bakur de hat belavkirin û têde hatiye ku Washington sivkatî bi şikoya serkirdayetiya pilebilind ya welat kiriye dema ku rexne li rewşa mafên mirov li wî welatî girtine.

Li gor daxuyaniyê, rexnegirtina li rewşa mafên mirov piştrast dike ku Amerîka amadekariyên rûbirûbûneke giştî bi Koreya Bakur re dike û wê li gor wê bersivê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst