Ji bo "pêvajoya çareseriyê" bangewazî

Navenda Nûçeyan – Koma Krîzê ya Navdewletî (ICG) ku navenda wê li welatê Belcîkê ye, bang li Tirkiyê kir, ku cardin vegerin “pêvajoya çareseriyê.”

 

Koma Krîzê ya Navdewletî bi navê “Li Tirkiyê Rêvebirina Pevçûna PKKê: Mînaka Nisêbînê” raporek amade kiriye û di raporê de bal kişandiye ser bûyerên tundiyê yên ku di sala 2016an de li Nisêbînê qewimîne.

 

Herwiha di raporê de amaje bi yekê kirine, şerê ku di Tîrmeha 2015an de dest pê kiriye, di nav 21 mehan de bûye sedema kuştina 2 hezar û 748 kesan û hatiye diyarkirin: “Ji ber şer û pevçûnan 100 hezar kesan mala xwe winda kirin û 400 hezar kes jî, demeke nekarîn li cihê xwe bimînin.”

 

Koma Krîzê ya Navdewletî bangewazî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û wiha got:

 

“Serokomar Erdogan encama ku dixwest, bi dest xist, tevî ku ciyawaziya îdeolojîk a kurdan bide ber çavan, divê bala xwe bide aramkirina rakêşiya civakî.”

 

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin: “Eger Enqere bi yasayên têkoşîna li dijî terorê, kesên ku li dijî gotin û helwestên dewletê derdikevin, weke tawanbar îlan bike, ji bo ku li Tirkiyê pevçûna PKKê di demeke dirêj de were çareserkirin, ne mimkun e danûstandinên avaker û aştiyane ji nû ve dest pê bikin.”

 

Herî dawî di raporê de hatiye aşkera kirin ku mafên kurdan divê were dayîn û wiha hatiye gotin: “Divê hewldan hebe da ku daxwazên kurdan ên weke perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bihêzkirina rêveberiyên xwecihî, daxistina bendava hilbijartinê, reforma têkoşîna li dijî terorê, ji têgehên nijadî paqijkirina destûrê werin pêkanîn.”