Putin: Krîz bêyî Amerîka çareser nabe

Moskow (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser şerê Sûriyê ragihand: “Bêyî Amerîka, ne mimkun e ev mijar bi awayekî yekser çareser bibe.”

 

Li Rûsyayê bajarê Soçî, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin konferanseke rojnamevaniyê li dar xistin.

 

Putin di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku divê berpirsên êrîşa kîmyayî ya Xan Şeyxûnê werin dîtin û werin cezakirin.

 

Vladimir Putin got: “Em bikaranîna çekên kîmyayî şermezar dikin. Divê berpirsên êrîşa bi çekên kîmyayî ya li Idlibê werin dîtin û werin cezakirin.”

 

Herwiha Putin destnîşan kir: “Em hewl didin, ji bo ku li Sûriyê şer û pevçûnê bidin sekinandin, şert û mercên herî baş pêk bînin.”

 

Putin wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

“Divê em biaxavin, ji bo ku bi hemû hêzên siyasî di qada polîtîk de danûstandinê bikin pêwîst e çi şert û merc werin pêkanîn. Armaca sereke, dabînkirina agirbestê ye helbet. Em weke beşek ji pêvajoya Astanayê, bi hevkarên xwe yên Îran û Tirkiyê re, hewl didin ku li herêmê agirbestê pêk bînin.

 

Ev xebat li gor pêvajoya Cinêvê têne bicihkirin. Helbet bêyî Amerîka ne mimkun e ev mijar bi awayekî yekser çareser bibe. Ji ber vê jî em bi hevkarên xwe yên Amerîkayê re danûstandinan didomînin, li wê herêma hesas, divê gav bi gav were meşîn.”