NEPAL- Hejmara herî dawî ya miriyên erdhejê

02-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hejmara miriyên erdhejê gihîşt 6621 kesî û hejmara birîndaran jî bûye 14 hezar û 40 kes.

Roja 25ê Nîsanê erdhejek bi pileya 7.8 li welatê Nepalê qewimî û di encamê de bi hezaran kes di bin dîwar, xanî û axê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Hikûmeta Nepalê di daxuyaniyekê de ragihand ku, 4906 termên miriyan dane malbatên wan. Herwiha karîn 866 kesî bi rêya asman û 1062 kesî jî bi rêya bejayî, ji mirinê rizgar bikin.

Heriwha hikûmeta wî welatî da zanîn ku, hejmara miriyên erdhejê gihîşt 6621 kesî û hejmara birîndaran jî bûye 14 hezar û 40 kesî.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ziyan gihiştiye nêzîkî 8 milyon kes ji ber erdheja ku li 39 herêmên Nepalê pêk hatiye, herwiha bi deh hezaran kes jî birîndar bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst