Di teqînekê de li Rûsyayê blogerê alîgirê Putin hat kuştin

03-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê di kafeyekê de teqînek çê bû Di teqînê de bloggerê alîgirê Putin, Vladlen Tatarski ku ji eniya şerê Ukraynayê nûçe dida, hat kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Navxwe ya Rûsyayê, êvara roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an di kafeyekê de li bajarê St. Petersburgê teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn.

Polîsê Rûsyayê li cihê bûyerê lêkolîn kir û paşê di daxuyaniyekê de diyar kir ku teqîn bi rêya cîhazeke teqemeniyê hatiye kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat diyarkirin kesê di teqînê de jiyana xwe ji dest daye blogerê Rûs Maksîm Fomîn e ku bi nasnavê "Vladlen Tatarski" tê naskirin. Fomîn bi çêkirina dîmenên ku piştgirî didin kiryarên artêşa Rûsyayê li Ukraynayê dihat naskirin.

Li gor dîmenên dema teqînê ku li ser torên civakî hatine belavkirin, Vladlen Tatarski û çend kesên din di nava kafeteryayekê de ne û mîkrofon di destê Tatarski de ye û ji mêvanên kafeteryayê re diaxive.

Di dîmenan de tê dîtin ku li kêleka Tatarski kesek rawestiyaye û xelatek ku rûyê wê nixumandiye, pêşkêşî wî dike.

Hinek çavkanî dibêjin, di nava wê xelatê de bombek hebûye û dema ku Tatarski ew xelat vekiriye, bombe teqiyaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst