Şanda Wezareta Derve ya Sûriyê ji bo civîna çar alî li Moskowê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Wezreta Derve ya Sûriyê bi serokatiya alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sûsan serdana Moskowê dike. Hat ragihandin ku şanda Wezreta Derve ya Sûriyê ji bo civîna çar alî ya di navbera Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Moskowê ye.

Li gor ajansa SANA ya Hikûmeta Sûriyê, danê sibeha roja 2ê Nîsanê şanda Wezreta Derve ya Sûriyê bi serokatiya alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sûsan çû Moskowê, da ku beşdarî civîna çar alî ya alîkarên wezîrên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê bibe.

Li gor heman çavkaniyê, roja 3ê Nîsanê wê şanda Wezareta Derve ya Sûriyê bi serokatiya Eymen Sûsan şêwrên du alî ligel şanda Rûsya û Îranê bike û roja 4ê Nîsanê dê beşdarî civîna çar alî bibe.

Li gor Sûsan, dê şanda Sûriyê balê bikşîne ser bidawîanîna hebûna serbazî ya Tirkiyê li ser axa wî welatî û rûbirûbûna terorê.