Pirseke germ a hilbijartinên Fînlandê rewşa koçberan e

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji mijarên sereke yên hevrikiyê di hilbijartinên Finlandê de, mijara koçberan e, partiya Rastgir a Finlandê ku li gorî rapirsyan di pêşiya partiyên din de tê, tekez kiriye ku dê siyaseta koçberan li wî welatî biguhere.

Li gor amarên hikûmeta Finlandê, zêdeyî 469 hezar kes li Fînlandê dijîn ku koçber in, an paşeroja wan a koçberiyê heye, ku dike ji sedî 8.5ê hejmara niştecihên wî welatî.

Yek ji wan partiyên ku dixwaze di hilbijartinên Parlamentoya Fînlandê de encameke çaverênekirî bidest bixe, Partiya Finns a rastgir e.

Eger di hilbijartinan de serkeftinê bidest bixin… Armanca wan dijwarkirina polîtîkayên Fînlandê ye li beramber koçberan.

Seroka Partiya Finns a Finlandî Riikka Purra got “Niha mezintirîn pirs bilindbûna rêjeya tawan e li ser cadeyên welat û sedeme serekî ya vê yekê jî koçber in. Ji ber piraniya çete û ciwanên tawankar ên ser cadeyan, koçber in an bakgrawndeka wan a koçberiyê heye.”

Li gor amarên hikûmeta Finlandê, zêdeyî 469 hezar kes li Fînlandê dijîn ku koçber in an bakgrawndeka wan a koçberiyê heye, ku dike ji sedî 8.5ê hejmara niştecihên wî welatî. Sala borî zêdeyî 48 hezar koçber çûne Fînlandê, ev di demekê de ye ku di sala 2021an de, zêdeyî 36 hezar koçber çûbûn Fînlandê.

Alîgirên wê partiya rastgir, dibêjin pirsgirêka wan a serekî hatina koçberan û çêkirina guşara aborî ye li ser welatiyên resen.

Alîgira Partiya Finns Sari Ketola dibêje “Em ji ber hatina xelkê biyanî bo vê derê gelekî nîgeran in, ji ber piraniya wan bo wergirtina bîmeya civakî tên, qet kar nakin û zimanê Fînlandî jî nizanin.”

Hilbijartina Parlamentoya Fînlandê pêşbirke ye li ser bidestxistina piraniya 200 kursiyên parlamento û li gor rapirsiya dawî, Partiya Finns a rastgir ji sedî 19ê dengan bidest dixe, partiya desthilatdar a Fînlandî jî ku Sosyal Demokrat in ji sedî 18ê dengan bidest dixe, lê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî bi ferqeke kêm li pêş herdû partiyan e.