Li Amerîkayê ji ber bagerê herî kêm 21 kesan canê xwe ji dest dan

02-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li wilayetên naverast û rojhilatê Amerîkayê ji ber bahoz û bagerê herî kêm 21 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Îro Yekşemê 2ê Nîsana 2023an, Berdevkê Ajansa Birêvebirina Rewşên Ji Nişkave ya Wilayeta Tennessee ku ketiye ber pêleke bihêz bahozê, canjidestdana heft kesan ji ber bahozê piştrast kir.

Hevdem ji roja Înê ve, 14 kesên din li wilayetên Arkansas, Mississippi, Alabama, Indiana û Illinois ji ber bahoz û bagerê canê xwe ji dest dane. Hakima Wilayeta Arkansasê Sarah Huckabee Sanders ji ber rewşa xirab a keşûhewayê rewşa awarte ragihand û got, ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden axifiye daku hevkariya federalî bigihe wilayetê.

Hevdem Ajansa Keşûhewayê ya Niştimanî hişyariya bager an bablîsokê li hejmarek wilayet daye; li Wilayeta Iowa ji bakur ve heta Wilayeta Mississippi li başûrê Amerîkayê.

Çend dîmen li ser torên civakî hatine belavkirin ku têde derdikeve bahoz û bagereke bihêz dar, stûnên elektrîkê û xaniyan têk dişkîne. Ajansa Keşûhewayê ya Niştimanî jî dibêje, leza ba gehiştiye 100 kîlometre di demjimêrekê de.

Li gor berpirsên Amerîkayê, ji ber bahozê elektrîka 610 hezar malan qut bûye ku herî zêde li wilayetên Ohio û Pennsylvania bûne. Bager û bablîsokên bihêz li Amerîkayê gelek caran çêdibin, bi taybetî jî li wilayetên naverast û başûrê welat; di dawiya sala 2021an de li Wilayeta Kentucky ji ber bagerê  80 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst