Serokê şanda Ukraynî: Dibe ku Zelenski û Putin li Tirkiyê hevdîtinê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şanda Ukraynayê ya ji bo danûstandinên ligel Rûsyayê, David Arakhamia ragihand ku dibe Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn û Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenski li Tirkiyê hevdîtinekê pêk bînin.

Derbarê hevdîtina Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenski û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn de,  Serokê Şanda Ukraynayê David Arakhamia got, "Hêj niha dem û cihê hevdîtina Zelensky û Pûtîn ne diyar e, lê bi egereke mezin dê li Stenbol an jî Enqerê pêk were."

Herî dawî şanda bi awayekî rûbirû şandên Rûsya û Ukrayanyê 29ê Adara 2022yê li koşka Dolmabahçe ya li Stenbolê bi mêvandariya Tirkiyê destpê civiyabûn.

Alîkarê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinskî û Serokê Şanda Rûsyayê piştî bidawîbûna civîna navbera herdu şandan, civîna wê rojê wek civîneke avaker bi nav kir û gotibû, “Eger wezîrên derve li hev bikin hevdîtina Putin-Zelenski mimkun e. Me li ser hin xalan li hev kir. Em dê pêşniyarên Ukraynayê bidin ber Putin.”

Herwiha Serokê Şanda Ukraynayê David Arakhamia jî derbarê wê civînê de diyar kiribû wan daxwaz kiriye 8 welat ku Tirkiye jî di nav de ye, di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bibin garantor.

Arakhamia gotibû: “Divê paşeroja van herêman di çarçoveya hevdîtinên dualî de bê diyarkirin.”