Almanya firotina çekan bo Tirkiyê kêm kir

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya firotina çekan bo Tirkiyê daxistiye rêjeya herî kêm a salên dawiyê.

Hikûmeta Alman, firotina çekan û kelûpelên serbazî bo Tirkiyê sînordar kiriye. Sala 2021ê tenê 35 serlêdanên ji bo hinardekirina çekan pesend kirine ku nirxê wan dike 11 milyon û 101 euro. Ev jî rêjeya herî kêm e ku ji sala 1999an ve hatibe tomarkirin.

Li gorî amarên ku hikûmeta Almanya ragihandine, sala 2021ê rêjeya herî kêm a çekan di 22 salên dawiyê de firotine Tirkiyê.

Hikûmeta Almanya dibêje, 7 destûrên firotina çekan bo Tirkiyê, teknolojiya jêrderyayî li xwe digirtin û buhayê wan 6 milyon euro bû.

Di dema hikûmeta Merkel de, ango di nava salên 2017-2021ê de Almanya bi buhayê 4,5 milyar euroyan çek û kelûpelên serbazî firotibûn Tirkiyê.

Hikûmeta niha ya Almanya dixwaze yasayeke nû ya hinardekirina çekan derxîne ku bihêle hikûmet jî pabend be û ji roja Pêncşema borî ve dest bi amadekirina projeyasayê kirine.

Şêwirmendê Wezareta Darayî Sven Giegold ragihand ku ew dê pêvajoya amadekirina projeyasayê vekirî û şefaf be û dê rêkxistinên civaka sivîl jî têde beşdar bibin.