Koşka Spî: Destdirêjîkarek hebe Putin e

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Moskowê, Kiev bi pêkanîna yekem êrîşa esmanî li nav axa Rûsyayê tohmetbar kir, Koşka Spî bersiva wê da û got, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ev şer daye destpêkirin.

Danûstandinên aştiyê yên navbera şandên Ukrayna û Rûsyayê bi awayekî destpê kirine, lê belê Moskow, Ukraynayê bi pêkanîna êrîşên esmanî bo ser axa welatê xwe tohmetbar dike û hişyariyê dide û dibêje, dibe ev êrîş bibe sedema rawestandina danûstandinan.

Roja Înê 1ê Nîsana 2022ê Parêzgarê Herêma Belgorod a Rûsyayê Vyacheslav Gladkov ragihand ku berê sibeha roja Înê Ukraynayê bi helîkopterên corê Mi-24 depoyeke petrolê li wî bajarî bordûman kiriye û du karmendên depoyê birîndar bûne. Ew herêm dikeve başûrê Rûsyayê û 40 kîlometre dûrî bakurê sînorê Ukraynayê ye.

Dema di vê derbarê de pirsyar ji Berdevka Koşka Spî hat kirin, Jen Psakî got, tenê destdirêjkarek hebe “Putin” e. Heta niha Kievê ne red kiriye êrîş pêk anîbe û ne jî berpirsyariya pêkanînê li xwe girtiye. Piştî êrîşê, Serokê Ukrayna û Wezîrê Derve yê Ukraynayê axifîne, lê di vê derbarê de tiştek negotine.

Jen Psaki, Berdevka Koşka Spî, dibêje, “Eve w şer e ku Serok Putin destpê kiriye. Şerekî pîs e û artêşa Rûsyayê berdewam bajarên seranserê Ukraynayê bordûman dike. Me dîtiye ku xelkê Ukraynayê bi awayekî bê tirs li beramber êrîşên hovane yên Rûsyayê rawestiya ne û şer kirine, lê li vê derê tenê yek destdirêjîkar heye û ew jî Serok Putin û artêşa Rûsyayê ye ku piştgiriya wî dikin.”