Berpirsekî Amerîkayê yê berê: Şervan baştirîn hêz in

02-04-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka HSD Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, bi giringî ve behsa rola şervanan di şerê li dijî DAIŞê de dike û dibêje, di nava kom û hêzên ku Amerîkayê perwerde daye wan, şervan baştirîn hêz in.

Wiliyam Rouback, Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, di hevpeyvînekê de dibêje: “Kurd li gel erebên Bakurê Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk damezrandin û ew jî ew hêz bû ku me di şerê li dijî DAIŞê pişta xwe girêda wê. Ew hêz jibo têkbirina DAIŞê gelek giring bû. HSD hêzek bû ku Kurd û Ereb jî têde bû, lê belê tekez hejmarek ji berpirsên wê yên giring Kurd bûn ku pêştir di rêxistinên de bûn.”

Rouback got, “şervan di rûbirûbûna DAIŞê de gelek wêrek bûn û amaade bûn qurbanî bidin. Di warê leşkerî de xwedî dîsîplîn bûn, wan şerekî baş kir. Ew hêza taybet a Amerîkayê ku ez pê re axivîm, amaje dikirin ku ew (şervan) baştirîn kom in ku di nava çend dehsalên bihorî de wan rahênan daye wan. Lewma ezmûna wan jibo şerê li dijî DAIŞê gelek pêwîst bû. Me li gel wan ew kar kir. Me rahênan bi wan kir, me çek da wan û me bi hev re hin operasyon encam dan, lê ew stûna sereke ya şer bûn.”

Bi gotina Rouback, sedemeke din ku bû sedem şervan wî şerî bikin, sûdwergirtina ji wan pêwendiyan bû ku li gel Amerîkayê hebûn, daku “corek ji rewatiyê bi dest bînin jibo daxwazên siyasî û rewatiyekê jî bidestbixin jibo hin daxwazên xwe weke gel, ji wan jî di warê naskirina nasnameya kulturî û zimanî de.”

Wî berpirsê îdareya pêştir a Amerîkayê behsa têkiliyên navbera şervanan û Amerîkayê kir û got: “Şervanan gelek bijardeyên wan tunebûn. Rewşeke gelek zehmet bû. Şer bû û serederîkirina li gel me yek ji bijardeyan bû û wê yekê sûd jibo wan jî hebû. Li hin cihan berjewendiyên me û wan hev digirt û lewma jî wan giringî dida pewendiyan, ew peywendî di berjewendiya me herdu aliyan de bû.”

Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê Berê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, amaje bi bihêzbûna DAIŞê dike û destnîşan dike, raste DAIŞ rastî şikesteke mezin bûye, lê hêj çekdarên wê rêxistina tundajo li navçeyên dûrdestên Iraq û Sûriyê hene û divê bi awayekê berdewam bal li ser wê rêxistinê be û kar bê kirin, daku rê neyê dan bihêz bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst