Li Somalî 59 serbazên Ugandayî hatin kutşin

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama teqîna du otomobîlên bombekirî li welatê Somalî, 59 serbazên Ugandayî hatin kuştin.

 

Li gorî zanyariyan, teqîn li pêşberî binkeya hêzên aştîparêz ên Netewên Yekgirtî yên li Somaliyê li bajarê Plamarê çê bûn.

 

Di encama teqîna wan otomobîlên bombekirî de 59 serbazên Ugandayê hatin kuştin û gelek serbaz jî birîndar bûn, lê hejmara birîndaran bi diristî nehatiye ragihandin.

 

Herwiha li gorî zanyariyan, grûpa çekdarî ya Elşebab a Somalî berpirsatiya teqînan li xwe girtiye.

 

Welatê Somalî zêdetirî bîst salan e, ku tûşî şerekî navxweyî yê malwêranker hatiye û ji ber dirêjbûna şerê navxweyî, li wî welatî gelek rêxistin û grûpên çekdarî yên tundrew serî hildane û li dijî hikûmeta navendî û herwiha li dijî hev şer dikin.

 

Hikûmeta navendî ya Somaliyê hikûmeteke lawaz e û tenê kontrol bi ser paytexta welat Mogadîşo û çend derverên derdora wê ve heye.

 

Herwiha li bakur û bakurê rojhilatê Somalî du herêmên bi navê Somalîland û Puntland, xweseriya xwe ragihandine û li derveyê kontrola hikûmeta navendî ne.

 

Grûpa Elşebab û grûpên weke Elqaîdeyê jî çend bajarên din ên Somaliyê kontrol kirine.

 

Di çarçoveya hewlên navdewletî bo seqamgîrkirina Somalî de û jib o piştgiriya hikûmeta navendiya wî welatî, Netewên Yekgirtî hêzeke aştîparêz ku ji serbazên welatên Afrîqayê pêk tê, li Mogadîşo ya paytexta wî welatî bicih kiriye.