Komara Çek firotina çekan bo kurdan pejirand

 

Prag (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Komara Çek Lubomir Zaoralek ragihand destûr da, şirketên wan çek û kelûpelên leşkerî bifroşin Herêma Kurdistanê.

 

Lubomir Zaoralek ji Rûdawê re diyar kir ji bo ku Herêma Kudistanê ji welatê wan çekan bikirin bi hemû awaya amadene û dê hemû mercên rêkeftinê pesend bikin.

 

Zaoralek anî ziman rewşa Iraq, Sûriyê û taybetî jî ya Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye û wiha got: “Em parçeyek ji hevpeymaniya navdewletî ne me divê stratejîn baş bên rêvebirin.”

 

Wezîrê Derve yê Komara Çek wiha domand: “Em hewl didin alîkariya leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê pêk bînin. Me di vê çarçoveyê de destur da şirketên welatê xwe çek û kelûpelên leşkerî bifroşe Hewlêrê.”

 

Komara Çek meha Tebaxa 2014an tevlî welatên çek ji bo Herêma Kurdistanê şandin bibû. Bi biryara Hikûmeta Çekê ji bo pêşmerge bombe û çekên antitank tên şandin.