El Qaîde 300 girtî ji girtîgehê derxist

02-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Çekdarên ser bi rêxistina El Qaîde li Yemenê êrişî girtîgeha navendî ya bajarê Mekla kirin û zêdetirî 300 girtiyan azad kirin.

 

Li gora çavkaniyên nûçeyan, îro serê sibehê çekdarên El Qaîde êrişî zindana navendî ya Mekla li başûrê rojhilatê Yemenê kirin û piştî şer û pevçûnên giran, karîbûn zêdetirî 300 girtiyan azad bikin.

 

Hate gotin ku di nava girtiyên hatine azadkirin de, serkirdeyekî şaxê El Qaîde li Yemenê bi navê Xalid Batrifî heye ku ev 2 sal in di zindanê de bû.

 

Di encama êrişê de çend zêrevanên zindanê hatine kuştin û çend zêrevanên din jî birîndar bûne.

 

Her li bajarê Mekla ku navenda parêzgeha Hezremote, çekdaran êrişî banka navendî ya Yemenê, avahiya polîs û avahiya parêzgeha Hezremotê jî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst