Banka Cîhanî 3 milyar dolar alîkarî dide Ukrayna

02-03-2022
RÛDAW
Nîşan Banka Cîhanî Ukrayna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Cîhanî wê di nava çend mehan de ji bo Ukrayna pakêteke alîkariyan bi buhayê 3 milyar dolaran bide Ukrayna. Dawiya vê heftiyê dê beşê yekemîn bi qasî 350 milyon dolaran were şandin.

Serokê Banka Cîhanî, David Malpass û Seroka Sindoqa Diravên Cîhanî Kristalina Georgieva, bi hev re li ser şerê li Ukrayna daxuyaniyek belavkirin.

Di daxuyaniya xwe de dibêjin, Desteya Rêveberiya IMF herî zû dikare heftiya li pêş daxwaza Ukrayna ya alîkariyê binirxîne. Her wiha dê li ser bernameya Stand-by a bi qasî 2,2 milyar dolaran jî berdewam kar bikin.

Grûba Banka Cîhanî jî amadekariya pakêteke bi buhayê 3 milyar dolaran dike, dê vê heftiyê pêşkêşî desteya rêveber bibe û bilez 350 milyonên destpêkê werin şandin, piştre jî 200 milyon dolar ji bo tendurustî û perwerdê were amadekirin.

Banka herî mezin a Rûsya Sberbank, piştî cezayan ragihand ku wan xwe ji bazara Ewropî kişandiye.

Sberbankê bi riya daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li şûbeyên wê bankê ên Ewrûpa pereyekî zêde tê kişandin û liv û tevgereke zêde heye.

Daxuyanî dibêje, gef li karmend û şûbeyên wan tê xwarin û wan biryar daye ji bazara Ewrûpa derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst