Neymar rojbûna Mesrûr Barzanî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Yarîzanê futbolê yê navdarê Brêzilî Neymar Da Silva rojbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî pîroz kir.

Stêrkê cîhanî yê futbolê Neymar Da Silva, bi boneya roja jidayikbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke vîdeoyî bi rêya medyaya civakî jê re şand.

Neymar di wê peyama xwe ya vîdeoyî de dibêje: "Slav Mesrûr Barzanî, rojbûna te pîroz be û ez hêvîdar im ku roja we xweş be. Xwedê te biparêze.”

Li Zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê beşa Zanistên Siyasî xwendiye. Bawernameya masterê li ser aştî û çareserkirina nakokiyan wergirtiye.

Mesrûr Barzanî, damezirêner û Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî - Kurdistanê li Duhokê ye.

 Sala 1998an wek endamê Komîteya Navendî ya PDKê hatiye hilbijartin. Ji sala 2010ê ve bûye endamê Polîtburoya PDKê

 Sala 2005an Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî damezrandiye.

Jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê sê kur û keçekê ye.