Tankera gazê teqiya: 2 kes mirin û 200 kes jî birîndar bûn

02-02-2024
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Kenya Naîrobî Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Naîrobiya paytexta Kenyayê tankere gazê teqiya, 2 mirin û herî kêm 200 kes jî birîndar bûn.

Rayedarekî Hikûmeta Kenyayê ragihand ku doh bi şev saet derdora 23:30 li herêmeke pîşesaziyê ya Naîrobiyê tankereke gazê teqiyaye û agir bi avahiyên derdorê ketiye.

Berdevkê Hikûmeta Kenyayê Isaac Mwaura di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku bi şev li navendeke dagirtina gazê ji ber sedemeke nediyar teqînek pêk çêbûye.

Mwaura da zanîn ku, li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqîna li Naîrobiyê de 2 kes mirine û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Mwaura diyar kir ku di dema teqînê de şêniyên herêmê di malên xwe de bûne, ji ber vê yekê ziyanên canî kêm bûnê.

Li aliyê din hat ragihandin, metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst