Amerîka: Em ji bo parastina hêzên xwe ti carî dudilî nabin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku welatê wî ti carî dudil nebûye ku bersiva êrişên li dijî hêzên xwe bide.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê êrişên dijî hêzên Amerîkayê wiha got

“Me bi awayekî zelal ji hikûmeta Îraqê re ragihand, wekî berê jî me gotibû.

Me gotibû ji bo parastina xwe em dê dudilî nebin. Peyama me ya ji bo Hikûmeta Îraqê ev e.

beriya êrişa hovane ya dawiya hefteya borî wiha bû û ev dê di paşerojê de jî peyama me wiha be.”

Grûpên çêkdar ên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin, piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 160 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriye, Îraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê kiriye.

Piştî ku Amerîkayê daxuyand "ew dê bersiva êrişan bidin", rêxistina ku ji Çirya Pêşîna 2023yan ve êriş pêk tîn, ragihand ku ew dl êrişên xwe heta demeke rawestînin.

29 Kanûna Paşîna 2024an di encama êrişeke dronî ya li baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.