Koçberekî Kurd li kampeke penaberan bi kêrê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî Kurd li Luksemburgê di dema lîstika futbolê bi çend hevalên xwe yên Efxanî û Pakistanî re şer di navbera wan de derdikeve û bi kêrê tê birîndarkirin lê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest dide.

Çalakvanê di warê penaberan de Renc Pişderî îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, ew xortê ku hatiye kuştin navê wî Helo Cebar e, di 18ê Tîrmeha 1997an de li Kerkûkê ji dayik bûye lê li Silêmaniyê jiyaye û dema ku bi kêrê hatiye kuştin li kampeke penaberan a Luksemburgê bû.

Li gor Renc Pişderî, wergêrê kampê ku Kurdekî Hewlêrî ye, duh êvarê ew agahdar kiriye ku “Helo berî du rojan di dema lîstika futbolê bi çend hevalên xwe yên Efxanî û Pakistanî re şer di navbera wan de derdikeve û ji zikê xwe hat derbkirin. Şeva borî ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.”

Çalakvan Renc Pişderî her wiha got, hevalê Kurd ê Helo daxwaz ji wî kiriye ku nav û zanyariyên wî biweşîne da ku xizmên wî ji mirina kurê xwe agahdar bin û ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe bi awayekî yasayî bikevin nava liv û tevgerê.