Amerîka teqînên li Efrîn, Ezaz û El-Babê şermezar dike

02-02-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê teqînên çend rojên dawî yên li Efrîn, Ezaz û Elbabê şermezar kir ku di encama wan teqînan de herî kêm 20 kes hatine kuştin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de ew teqîn şemerzar kirin û diyar kir, ew hevxemê kesûkarên qurbaniyan e û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwaze.

Ned Price herwiha diyar kiriye, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji êrişên bi vî awayî yên di mehên dawî de dilgiran e.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaz jî dike ku kesên ew êrîş kirine bêne dadgehîkirin, ji ber ku dibine sedema têkdana aramiya navçeyê. Ned Price li ser vê yekê got, “Çalakiyên bi vî awayî gelê Sûriyê dixe metirsiyê û istiqrara herêmê bêtir xirab dike.”

Roja Şemî 30ê Çileya 2021an di encama teqîna otomobîleke bombekirî de li Efrînê, 6 kes hatibûn kuştin û 14 kes jî birîndar bibûn.

Herwiha roja 31ê Çile jî li Ezaz û El-Babê du teqîn çêbûn ku di encama herdu teqînan de 10 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Ezaz û El-Bab di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de ketibûne destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî ku Enqere piştgiriya wan dike.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî piştî êrişeke berfireh û şerekî du mehî di 18ê Adara 2018an de kete jêr kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst