Kurê Fidel Castro xwe kuşt

02-02-2018
RÛDAW
Nîşan Kuba Fidelito Castorê Biçûk Fidel Castro
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Kurê mezin ê Fidel Castro rêberê berê yê Kubayê ku bi "Fidelito" yan "Fidelê Biçûk" jî dihat naskirin, xwe kuşt.

 

Li gorî ajansa fermî ya dewleta Kubayê, Castro Diaz-Balart naskirî bi Fidelito kurê mezin ê Fidel Castro ku çend meh bû  di bin çareseriya pizîşkî de bû, dawî bi jiyana xwe aniye û xwe kuştiye.

 

Castro Diaz-Balart ji ber ku pir dişibihî bavê xwe Fidel Castro, di nava xelkê Kubayê de bi "Fidelito" dihat naskirin..

 

Fidelito di serdema Yekîtiya Soviyetê de li wî welatî dersa Fîzîka Etomî xwandibû û piştre di heman warî de li welatê xwe dest bi kar kiribû.

 

Ajansa fermî ya dewleta Kubayê ragihandiye, ku Fidelito tûşî xemokiyê bibû û bo dema çend mehan bû ku ji ber wê nexweşiyê di bin çareseriya pizîşkî de bû û heb û derman bi kar dianî.

 

Fidelito heta berî mirinê jî şêwirmendê zanistî yê Encumena Kubayê û alîkarê Akademiya Zanistan a Kubayê bû.

 

Bavê wî Fidel Castro, ku demek dirêj rêbertiya Kubayê dikir, sala 2016ê û di temenê 90 saliyê de koça dawî kiribû.

 

Fidelito di sala 1949ê de ji dayik bibû û kurê yekemîn hevjîna Fidel Castro, Mirta Diaz-Balart bû. Fidel Castro di destpêka temenê xwe yê lawîtiyê de û berî ku dest bi çalakiyên xwe yên li dijî dîktatorê berê yê Kubayê û dest bi tevgera xwe ya sosyalîstî bike, bi Mirta Diaz-Balart re zewicîbûm lê zewaca wan demkurt bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst