Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekara Dibistana Navneteweyî ya Ronahiyê ya Soranê Lîda Hemrîn, tevî komek xwendekarên ji Herêma Kurdistanê û Îraqê beşdarî Olîmpiyada IJSOyê ya li Romanyayê bû.
Lîda Hemrînê bi Alaya Kurdistanê û cilên Kurdî çû parlamentoya Romanyayê.
Xwendekarên ji 54 welatên cîhanê beşdarî pêşbaziya Olimpiyada Navneteweyî ya Zanistî ya Ciwanan (IJSO) ya li Romanyayê bûn.
Li Olimpiyada Navneteweyî ya Zanistî di beşên fîzîk, kîmya û biyolojiyê de pêşbazî tê kirin.
6 xwendekar ji Herêma Kurdistanê û Îraqê beşdarî pêşbaziyê bûn.
Lîda Hemrîn ku yek ji wan bû beşdarî bultena Rûdawê bû û got:
"Bi alîkariya dêûbavên min û mamosteyên min, piştî amadekariyê ya çend mehan, ez û hevalên xwe beşdarî olîmpiyatê bûn û me madalyaya bronz bi dest xist.
Ez ji beşdarbûna çalakiyên zanistî û pêşveçûna di vî warî de pir hez dikim, ji ber vê yekê ez beşdarî pêşbaziyê bûm."
“Me behsa çand û zimanê Kurdî jî kir”
Lînda Hemrînê diyar kir ku ew bi navê Îraqê beşdarî pêşbaziyê bûne û du kes ji Kerkûkê, yek ji Silêmaniyê û yek jî ji Duhokê bû û got:
"Di Olimpiyadan de ne tenê mijarên zanistî hatin nirxandin, her wiha me di kombûnên şevê de bi xwendekarên ji 54 welatan re çanda Kurdî jî nîqaş kir."
“Em neteweyeke serbilind in”
Hemrînê da zanîn ku bi serbilindî alaya Kurdistanê li Olimpiyadan hildaye, got:
"Min li Parlamentoya Romanyayê alaya Kurdistanê û cilûbergên xwe yên neteweyî dan nasîn.
Min ji wan re got ku em neteweyeke serbilind in ku xwedî alaya xwe, herêm û hikûmeta xwe ne."
Lîda Hemrînê di heman demê de da zanîn ku beşdarên ji welatên din pirsên xwe li ser Kurdistanê kirine, got:
"Gelek ji wan agahiyên wan ên sînordar li ser Kurdistanê hebûn. Wan pirsên xwe li ser ziman, çand, dîrok û xwarina me kirin û min jî bi dilxweşî bersiv da."
“Divê hikûmeta Kurdistanê piştgiriyê bike”
Hemrînê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku bêhtir piştgiriyê bide ciwanên xwedî şiyan û çalakiyên akademîk ên navneteweyî û wiha domand:
"Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêdetir bide pêşbirkên zanistî yên navneteweyî, asta akademîk a xwendekaran bilind bike.
Divê hikûmeta me, Herêma Kurdistanê li welatên din bide nasîn."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse