Li Libnanê teqîn: Kuştî û birîndar hene

02-01-2024
Li navçeya Zahiyeyê ya li başûrê Libnanê teqînekê rû da
Li navçeya Zahiyeyê ya li başûrê Libnanê teqînekê rû da
Nîşan Libnan Teqîn Îsraîl Hizbula Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Zahiyeyê ya li başûrê Libnanê teqînekê rû da û di teqînê de rêvebirekî Hemasê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, li herêma ku teqînê lê rû daye çekdarên Hizbulahê serdest in.

Medyaya fermi ya Libnanê li ser teqînê got:

“Êriş ji aliyê Îsraîlê ve bi drone hatiye kirin. Ofîseke Hemasê hatiye hedefgirtin û hejmara kuştiyan heta niha çar e.”

Li gorî nûçeyên radyoya artêşa Îsraîlê ku dispêre "çavkaniyên biyanî" yên navê wan nehat eşkerekirin, di êrişa li Beyrûtê de Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Salih el-Arûrî hat kuştin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê NNAya jî derbarê êrişê daxuyand ku ji bilî Arûrî 5 kesên din jî hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di êrişê de ofîsa Hemasê û wesayîtên li ber derê avahiyê bi 2 mûşekan hatin hedefgirtin. 

Li gorî ajansê piştî êrişê balafirên Îsraîlê li ser Beyrût û bajarê Surê yê li başûrê wî welatî firiyan.

Salih el-Arûrî kî ye?

Salih el-Arûriyê Alîkarê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê di 19ê Tebaxa 1966an de li Ramallahê hat dinê. 

El-Arurî piştgirî da damezrandina Lîwayên Qesamê.

Piştî ku 15 salan di girtîgehên Îsraîlê de ma hat dersînorkirin û li Libnanê bi cih bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst