Li Tokyoyê agir bi balafirê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Hanedayê ya Tokyoyê li ser pîstê agir bi balafireke Rêyên Asmanî ya Japonyayê ket.

Nêzikî 400 rêwî û xebatkarên ku di balafirê de bûn hatin derxistin.

Li gorî ajansa fermî ya Japonyayê NHKyê balafira rêwiyan ji bajarê Sapporoyê yê Japonyayê rabûye.

Dema ku balafir daketiye balafirgeha Hanedayê ya Tokyoyê li ser pîstê li balafireke ewlehiya peravê ketiye û agir pê ketiye.

Rêyên Esmanî ya Japonyayê ragihand 379 rêwî û xebatkarên balafirê ji balafirê hatine derxistin.

Li aliyê din Ewlehiya Peravan a Japonyayê jî ragihan ku her du balafir çawa û kengî li hev ketin di lêpirsînê de ye.

Herwiha hemû geştên balafirgeha Hanedayê hatin rawestandin