Du helîkopter li hev qelibîn: 4 kuştî û 9 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Queensland a Awustralyayê di encama lihevketina du helîkopteran de 4 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e.

Li gorî medyaya Awustralyayê, rayedarê polîsê Queenslandê Gary Worrell ragihandiye ku li perava Main Beach a bajarê Gold Coast ê eyaletê di saet 13:59an de du helîkopter li esmanê bajêr li hev qelibîn.

Di qezayê de helîkopterek ket xwarê û ya din ku zirar gihîşte wê, karî bi awayekî serkeftî li erdê dane.

Rayedarê Polîsê Queenslandê Gary Worrell da zanîn ku di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne ku li gor zanyariyan rewşa 3 ji wan giran e.

Di daxuyaniya rayedarên Queenslandê de hatiye ragihandin ku qeza li nêzî Parka Temaya Seaworldê qewimiye.

Hat ragihandin ku hemû kesên di qezayê de mirine û giran birîndar bûne, ji helîkopterekê bûne.

Ekîbên tendirustiyê û tîmên agirkujiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di daxuyaniyê de ji ajokar û peyayan şîret hat kirin ku ji herêmê dûr bisekinin.

Buroya Ewlehiya Veguhastinê ya Awustralyayê ragihand ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.