Encûmena Pîran vetoya Trump hilweşand

02-01-2021
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Encûmena Pîran Kongres
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî Encûmena Nûneran, Kongres (Encûmena Pîran) jî vetoya Trump a proje budceya berevaniyê hilweşand, ev dibe yekem car ku vetoya Trump di dema 4 salên serokatiyê de tê hilweşandin.

Di Encûmena Pîran de partiya Trump (Komarî) ku tê de piranî ye ji 100 endaman zêdetir ji  du li ser sê ku dike bêhtir ji 80 senatoran di berjewendiya pejirandina proje budceya berevaniyê ya welat de deng dan û ew veto hat hilweşandin.

Duşema borî jî Encûmena Nûnera ku Demokrat tê de piranî ne bi 322 dengan li beramber 87 dengan vetoya Trump ret kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja 23ê Berfanbara borî ew proje budceya ku 740 milyar dolar e veto kiribû.

Di wê proje budceyê de ji ber kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî, sepandina ceza bi ser Tirkiyê de jî cih digire.

Herwiha di wê proje budceyê de bêyî pêkanîna mercan kêmkirina hejmara serbazên Amerîkayê yên li Koreya Başûr û Almanyayê tê qedexekirin.

Di çarçova wê proje budceyê dê di warê serbazî de 250 milyon dolar alîkariya darayî pêşkêşî Ukraynayê bê kirin.

Li aliyê din Trump bang li alîgirên xwe dike ku ji bo xwepêşandan mezin a li Washingtonê amade bin. 

Trump di bin navê “rê li be diziyê bigrin” bangewaziyek kir bo sazkirina xwpêşandaneke berfireh li bajarê Washington DC û demjimêr jî weke 11.00ê sibehê diyar kiriye û gotiye ku ew dê paşê cihê kombûnê eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst