Balafirên hêzên hevpeyman 23 êriş li dijî DAIŞê pêk anîn

02-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên hêzên hevpeyman îro 23 êriş li dijî çekdarên DAIŞê li Kurdistan, Iraq û Sûriyê pêk anîne.

Navenda Fermandehiya Hêzên Hevpeyman ragihand, balafirên şer îro jî çeper û çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan.

Li gorî daxuyaniya Navendê, balafirên şer îro 12 êriş li Kobanî, Reqa û Hesekê li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîne ku di encamê de otomobîlên leşkerî yên DAIŞê, eniyên pêş ên rêxistinê û navendên mezin ên DAIŞê hatin armanckirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku li Iraqê jî 11 êriş li dijî çekdarên DAIŞê li derdora bajarên Tacî, Eyin Esed, Fellûce, Bêcî, Qaîm û Mûsilê hatin kirin ku di encamê de otomobîlên leşkerî yên rêxistinê, çekên wê yên giran û çeperên çekdaran hatin bombebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst